Nihat Kavşut
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
QUDIS
Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê telîmat da ku nûnerê daimî bi fermî ji Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ra bibêje ku Îsraîl ji UNESCOyê vedikişe.
Li gor nûçeya rojnameya Yedioth Ahronothê ya Îsraîlê Netanyahu telîmat daye Carmel Shama Hacohenê nûnerê daîmî yê di rêxistinê da ku Îsraîlê sala bê ji UNESCOyê vekişe.
UNESCOyê 18ê cotmeha 2016an biryar hildabû ku eleqeya cihûtiyê bi Mescida Eqsayê ya li Qudsê ra tuneye.
Netanyahu cotmeha 2017an di daxuyaniya nivîskî da telîmat dabû Wezareta Karên Derva ku wekî biryara Amerîkayê ji bona ji UNESCOyê vekişin amadehî bên kirin.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê 6ê kanûnê li Qesra Sipî daxuyanî dabû û destnîşan kiribû Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas dikin û telîmat dabû Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê bibin Qudsê.
Pêşnûmaya dijî biryara Trump bi hewldanên Tirkiyeyê hatibû amadekirin do digel gefên Amerîkayê li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li dijî 9 dengan bi 128 dengan hatibû qebûlkirin û 35 dewlet jî bêalî mabûn.