Abdullah Tel
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmaya di qada bacê da ku bi qasî 1,5 trilyon dolar daxistinê bi xwe ra tîne îmze kir.
Pêşnûmaya bacê ya bi îmzekirina Trump va bû qanûn û ket rewacê ji hêla Qesra Spî bo îsal serkeftin e. Di nav 30 salên dawîn da ji bo pergala bacê ya Amerîkayê ev guherandina herî mezin e.
Trump pêşnûmaya qanûnî ya "Qanûna Îstixdam û Daxistinên Bacê" ya di nav heftê da Kongreyê qebûl kiribû di merasima li Ofîsa Fêrşanî hat kirin da îmze kir.
Pêşnûmaya bacê ji sala 1980yî vir va bo pergala bacê ya welêt di vê qadê da guherandina herî mezin e tê kirin. Ev qebûlkirin ji bo Trumpê ku di mijarên penaberî û sîgorteya sihetê da rastî astengiyên qanûnî hat, serfiraziya îsal a herî mezin tê hesibandin.
Li gor analîzên Ofîsa Budçeya Kongreyê ya Amerîkayê (CBO) di 10 salên pêş me da ji ber qanûna daxistina bacê wê dahata hikûmeta federal a ji bacan bi qasî 1,5 trilyon dolar dakeve.