Türkan Tosun
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
PEKÎN
Peyka ku Çîn û Fransayê hevpar çêkiribû wê sala bê bişînin fezayê.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê peyka 700 kîloyî ya ku ji hêla herdu welatan ve hatiye çêkirin wê sala bê ji Çînê bişînin Fezayê.
Peyk wê ji bo çavdêriya pelên behrê, cemseran, qeşayan û okyanusan bê bikaranîn.
Hat gotin ku peyk li navenda montajê ya Îdareya Esmanî ya Neteweyî ya Çînê ceribandinên xwe dike.
Li ser peykê cîhazên spektrometreyê yên ku pelên behrê û ba dipîvin hene.
Rayedar wê sala bê bi roketa Long March (Meşa Dirêj) a Çînê va peykê wê bişînin fezayê.
Armanca Çînê ew e ku di sala 2020an de Îstgeheke Fezayê ava bike. Ji bo vê ji bilî peykên xwe peykên welatên din jî dişîne fezayê. Du hefte berê jî Çînê peykeke Venezuelayê şandibû fezayê.