Abdullah Tel
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
MOGADÎŞU
Hikûmeta Somaliyê diyar kir ku ewê li dijî Eş-Şebaba rêxistina terorê şer îlan bikin.
Hefteya borî di êrîşên bombeyî yên li welêt qewimîn da herî kêm 300 kes hatin kuştin û hikûmeta Somaliyê jî rêxistina Eş-Şebabê wek berpirs dihesibîne.
Rayedarekî ji artêşa Somaliyê ku navê xwe negot destnîşan kir ku îro Serokomar Mihemed Ebdullah Fermacu li dijî Eş Şebaba berpirsê êrîşên bombeyî tê hesibandin wê "şer" bide destpêkirin.
Rayedarê eskerî got ku di şerê li dijî Eş-Şebabê da tê payîn ku DYA piştgiriyê bide hikûmeta Somaliyê.
Berdevkê Artêşa Somaliyê Ebdullahî Iman jî diyar kir ku bi "şer"ê bê îlankirin va hêvî ew e ku mensûbên rêxistinê ji herêmên Şabelleya Jêr û Şabelleya Navîn bên derxistin.
Di êrîşên bombeyî yên hefteya borî li Mogadîşuyê qewimîn da herî kêm 300 kes hatin kuştin û ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûbûn.