Türkan Tosun
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyand ku li ser rêbeja Hewlêr-Kerkûkê di navbera pêşmergeyan û hêzên ewlekariya Iraqê de pevçûn derket û di 10 hummer û herî kêm 2 tank hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Ajansa Ewlekariyê ya HKIyê de wiha hat gotin: "Pêşmergeyan li der û dora gundê Karabaxê ya ku nêzîkî Pirdêya Kerkûkê 10 hummer û 2 tankên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî îmhe kirin."
Sedema êrîşa artêşa Iraqê di daxuyaniyê de wiha hat eşkerekirin "hêzên ewlekariya Iraqê dixwaze ber bi Kuştepeya başûrê Hewlêrê re va here."
Ji bilî vê hat gotin çekên destê Heşdî Şabî ji bo têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê hatiye dayîn lê ew niha van çekan li hember gelê kurd bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 16ê cotmehê de ewil li Kerkûkê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û paşê ev li cihên din hatin kirin, ji ber vê jî li 3 bajaran îstiqrar xirab bû.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Qasî 100 hezar sivîl mecbur man ku xwe bispêrin Hewlêr û Silêmaniyeyê. Hêzên Heşdî Şabî di serî de Kerkûk li navçeya Salahaddînê, Tuzxurmatû, Diyala û Xaneqînê malên kurd û tirkmenan talan kirin û li ser gelê herêmê terorê dikin."
Hat gotin ji bilî Heşdî Şabî komên wek Asaîb Ehlî Heq, Tugayên Bedirê, Ketaîb Hizbullah, Yekîneyên Xoresanê, Tugayên Elî Ekber, Yekîneyên Îmam Elî jî ji 16ê cotmehê vir va êrîşî pêşmergeyan dikin û li ser navê Îranê tevdigerin.