Emre Aytekin
10 Nîsan 2025•Rojanekirin: 11 Nîsan 2025
Piştî ku Serokê DYAyê Donald Trump gotibû emê terîfeya gumrukê ya berhemên ji Çînê îdxal derxînin ji sedî 125an, girjî zêde bûbû û Çînê peyama wê yekê da ku ewê paş da gavê neavêjin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Çînê Lin Cien li Pekînê di civîna derasayî da der barê mijarê da ka li hember zêdekrina dawîn a terîfeyê ji aliyê Trump va wê helwesta Çînê çawa be, nirxandin kirin.
Berdevk Lin tekezî kir ku ewê serî li ber fişarê netewînin û got, "Heke DYA berjewendiyên Çînê û yên welatê xwe û yên civaka navneteweyî piştguh dike, heke biryardar be vî şerê terîfeyê bidomîne, Çîn ewê heta dawiyê bersivê bide şerê bazirganiyê."
Lin destnîşan kir ku DYA terîfeyên li hember Çînê îstismar dike û got, "Çîn wê hemleyên wisa hegemonîk û zordarane qebûl neke. Fişar, tehdîd û gefxwarin rêyeke rast nîne digel Çînê."
Lin wiha pê da çû:
"Emê destberdayî li wê rewşê temaşe nekin ku gelê Çînê ji maf û berjewendiyên xwe yên rewa bêpar bimîne û rêzikên bazirganiya navneteweyî û sîstema bazirganiya piralî bê binpêkirin."
Lin destnîşan kir ku ger DYA bi rastî mizakereyan bixwaze, divê helwesteke wisa nîşan bide ku li hember berjewendiyên bi beramberî rêzdar be.