Emre Aytekin
10 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Çînê peykek şand fezayê ku dê di testên teknolojiya ragihandinê da bê emilandin.
Li gorî nûçeya ajansa Çînê Xinhuayê, peyk bi roketa veguhestinê "Long March-3B"yê va ji Navenda Firanda Peykê ya Şîçangê ya li eyaleta Siçuanê hat firandin.
Hat ragihandin ku peyk di rêgeha plankirî da edilî û her wiha dê ji bo test û piştrastkirina teknolojiyên ragihandinê yên "fireband" û "pir beza" bê emilandin.
Firîn bû peywira veguhestinê ya serkeftî ya 562yem ku bi roketên "Long March"ê tên pêkanîn.