Ahmet Karaahmet
10 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Artêşa Sûriyeyê li navenda bajarê Helebê êrîşa PKK/YPGya rêxistina terorê têk bir.
Şeveqa sibehê li Şêx Meqsût û Eşrefiyeya taxên Heleba parêzgeha Sûriyeyê rêxistina terorê ku li van taxan hebûna xwe didomîne, bûyerên li Tertûs û Lazqiyeyê ji xwe ra wekî firsend dît û li Helebê eskerên artêşa Sûriyeyê kirin hedef.
Artêşa Sûriyeyê li navenda parêzgeha Helebê bersiv da êrîşa rêxistinê û pêşî li çalakiya terorê birî.
Berdevkê Wezareta Parastina Sûriyeyê Albay Hesen Ebdulxanî daxuyanî da SANAya Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê û diyar kir ku hêzên ewlehiyê li Taxa Eşrefiyeyê ya li navenda bajêr êrîşa PKK/YPGyê têk bir.
Di nûçeyê da hat gotin ku "zayîatên" rêxistina terorê jî çêbûn.
Her wiha li gor çavkaniyên ewlehiyê yên li Şamê, unsûrên rejima têkçûyî ku li herêmên Mezze 86 û Mezze Cebelê bi cih bûne, bi bombeyên destan êrîş kirin. Piştî êrîşê di navbera hêzên asayîşê û êrîşkaran da bi çekên sivik pevçûn derket.