Fatih Gazioğlu
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 24 Tebax 2019
Çînê xebatkarê Kosolosxaneya Îngiltereyê ya Hong Kongê ku 8 tebaxê hatibû binçavkirin, berda.
Sîmon Chengê xebatkarê beşa veberhênan û bazirganiyê yê Konsolosxaneya Îngiltereyê ya Hong Kongê ji ber hinceta "binpêkirina qanûna ewlehiya kamûyê" 8 tebaxê binçav kiribû. Cheng ev 15 roj bû di girtigehê da bû.
Rayedarên Midûriyeta Ewlehiya Şîncînê gotin ku wan Sîmon Chengê xebatkarê Konsolosxaneya Îngiltereyê ya Hong Kongê berdaye.
Rayedarên Îngilîz jî daxuyaniya Çînê piştrast kir.
Malbata Chengê roja sêşemê li ser medyaya civakî daxuyaniyek dabû û gotibûn Chengê kurê wan 8 tebaxê ji bo kar çûye bajarê Şîncînê û ji wê rojê heta niha ji wî tu xeber hilnedane.