Fatih Gazioğlu
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 25 Tebax 2019
Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê daxuyaniyek da û gotin wan moşekeke nû bi serkeftî ceriband.
Li gor xebera Tesnîma ajansa nûçeyan ya nîvfermî ya Îranê Fermandarê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Huseyîn Selamî duh li bajarê Meşhedê daxuyanî da û got ku wan duh moşekeke nû bi serkeftî ceribandiye.
Selamî got ku ewê ceribandinên sîstemên xwe yên eskerî û parastinê bidomînin û wiha axivî: "Em ê van hemleyên xwe yên ji bo zêdekirina hêza artêşa xwe bidomînin. Ev ceribandin jî di vê çarçoveyê da hat kirin. Duh ji bo miletê me rojeke serkeftî bû."
Selamî der barê tîpa cureya moşekê da tu agahî nedan.
Li gor nûçeya CNNê ya ku ji rayedarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hildabûn, Îran wê heta hefteyekê wê moşekeke nû biceribîne.
Li gor biryara Konsêya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi hejmara 2231ê ya ku 20ê tîrmehê di sala 2015an hatibû qebûlkirin, çêkirina fûzeyên ku serên balistîk li ser in qedexe ye.
Amerîka û dewletên Ewropayê diyar dikin ku fealiyetên Îranê yên fuzeya balîstîk li dijî biryara KENYyê ne û herwiha îdia dikin ku Îran bernameya xwe ya fuzeya balîstîkê ya di navbera parzemînan da, ku ji bo Rojhilata Navîn û Ewropayê gef e, di paş fealiyetên peykê da vedişêre.
Îran jî îdia dike moşekên ku tên çêkirin, armanca wan fealiyetên sivîl e û eleqeya fuzeyên bi nukleerê ra tuneye.