07 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
PARÎS
Dadgeha li Reînsa bajarê Fransayê 2 meh cezayê hepsê da ji 4 endamên PKKya rêxistina terorê her yekî.
Malpera L’Unionê ya xeberan diyar kir ku 4 PKKyiyên ku di 7ê berfanbarê da ji ber "pêkanîna çavkaniyên malî ya rêxistina terorê" cezayê hepsê xwaribûn îcar jî ji ber ku navnîşana xwe ya fermî nedane polêsan her yekî 2 meh cezayê hepsê û 300 ewro ceza xwar.
4 PKKyiyên ku emrê wan di navbera 25 û 45 salan da diguherin ji ber sûcê "ji rêxistina terorê ra komkirina pereyan" meha borî cezayê hepsê xwaribûn.
Dadgeha Reînsê piştî ku cezayê hepsê yê tescîlkirî da, dibê 4 PKKyiyan li gor qanûna têkoşîna dijî terorê ya ku teze derxistin di nav 15 rojan da navnîşanên xwe bida polêsan, ji ber ku navnîşan nedan polêsan dîsa ceza xwarin.
Dozgeriyê û meqamên parastinê gotin ku ew ê îtirazî vê biryarê bikin.