13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
NEW YORK
Sheila Abdus Salaama (65) ku yekem dadgera jin a reşik û misliman a Amerikayê ye, di çemê Hudsona navbera New York û New Jerseyê da mirî hat dîtin.
Teşkîlata Polês a New Yorkê, ragihand ku cenazeyê ku ji avê derxistine yê Abdus Salaama dadgera Dadgeha bilind e.
Hat ragihandin ku sedema mirina Salaamê dê piştî otopsiyê diyar bibe.
Sheila Abdus Salaam, di sala 1991an da weke dadger hatibû tayînkirin û bi vî awayî unwana dadgera jin a misliman a ewil a DYAyê girtibû.