ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Gişkî ya HDPyê şermezar kir.
Davutoglu di hesabê xwe yê twîtterê da got ku êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Gişkî ya HDPyê şermezar dike, ji bo ku berpirsiyar bên girtin çi hewce dike gişk tên kirin.
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "Eşkere ye ku ev êrîşa jî wek êrîşên din li dijî demokrasî û îstiqrara me ye. Ez bangî hemû partiyan dikim ku bira li ku derê dibe bira bibe li dijî êrîşên tundiyê di heman tevgerê da bin."