20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Adrian Rankine Gallowayê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) îdia kir hêzên PYD/PKKyê nebirine Tel Ebyadê û pirsên li ser mijara endamên Hêzên Demokratîk ya Sûriyeyê ku paravana rêxistina terorê ye ji navçeya Kobaniyê derbasî Tel Ebyadê bûne nebersivand.
Galloway li ser nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) ya artêşa Amerîkayê piştî keşfên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê qederê hezar endamên PYD/PKKyê li ser xeta Tel Ebyadê hatine bicîkirin, pirsên nûçegihanê AAyê bersivand û wiha got: "Em PYD/YPGyê îdare û kontrol nakin. Qederê hezar PYD/YPGyî ji bona Tel Ebyadê nehatine neqilkirin."
Adrian Rankine Galloway di ciyê Hêzên Demokratîk ya Sûriyeyê da navê PYD/PKKyê emiland.
Li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya "We ji bona YPGyê xeberda, hûn dikarin heman agahiyê der barê Hêzên Demokratîk ya Sûriyeyê da jî biderewînin?" Galloway wiha got: "Ez nikarim li ser navê Hêzên Demokratîk ya Sûriyeyê biaxivim. Ez tenê dikarim li ser hêzên Amerîkayê bipeyivim."
Adrian Rankine Galloway destnîşan kir ku fikarên Tirkiyeyê yên li ser PKKyê fehm dikin û got Amerîka PKKyê wek rêxistina terorê nas dike û alîkariyê nade PKKyê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê li Tel Ebyadê ji çavkaniyên ewle hilda în û sêşema borî konvoya PYD/PKKyê ya ku ji wesaîtên bizirx û pîkapên Amerîkayê pêk tê bi navê Hêzên Demokratîk ya Sûriyeyê derbasî herêma Tel Ebyadê bûn.
Eskerên Amerîkayê bi konvoyeke ku ji 10 wesaîtan pêk dihat 2 rojan li ser xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê derketin keşfê.
Piştî lêkolîna artêşa Amerîkayê ya li texma deriyê Tel Ebyad û xetên li rojhilat û rojava hatin kirin sewqiyata rêxistina terorê ya ji bona herêmê dest pê kiribû.