16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
DUHOK
Serokê Konsêya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) Îbrahîm Biro diyar kir ku rewşa li bakurê welêt a neyînî ji ber PYD/PKKya mehsûlê siyaseta rejima Esed pêk tên.
Biro beşdarî konferansa "Serbixwebûna Kurdistanê, Firsend û Dijwarî" ya ku Zanîngeha Amerîkayê ya li Dihoka bajarê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin bû û di roja 2yan da axivî.
Biro bal kişand ku li bakurê Sûriyeyê her diçe rewşa kurdan ber bi nebaşiyê va diçe, rêveberiya ku PYDyê îlan kiriye jî kêrî gel nayê û tu tiştekî bi destê gel naxe.
Biro got ku PYD ji ber polîtîkayên ku rejima Esed bi pîlan û zanebûnê pêk tîne quwet bi dest xist û wiha pê da çû: "Çaxa ku di sala 2011î da li Sûriyeyê serhildanê dest pê kir rejima Esed bi tenê destûr da ku PYD bibe xwedîçek. PKKê jî bi hezaran şervanên xwe şande Rojavayê. Piştî vê rewşa li herêmê xirab bû û hetanî îro hat."
Serokê ENKSê Biro got: "Piştî ku bi tenê alîkî çek hilda gelê me jî berê xwe dan welatên din û koç kirin. Heke gel bikaribûya asayîşê pêk bîne wê demê rewşê cihê bûya."
- PYD divê ji nû va li siyaseta xwe mêze bike
Biro destnîşan kir ku kurdên li Sûriyeyê yên çek hildan destê xwe tu qezencek bi dest nexistin û wiha pê da çû: "Seranserê 60 salên ku herêm di destê rejima Esed da bû evqas kurdî cih û warê xwe neguhert û koç nekirin. Berpirsê vê PYD ye. PYD divê ji wê siyaseta ku hewl dide her kesî bişibîne xwe dev berde û bizanibe ku heqê komên din jî heye ku siyasetê bikin. Divê êdî mirovan wek bêbext îlan nekin û dev ji vê tevgerê bila berdin. Kurdên ku wek wan nafikirin bêbext îlan dikin, xayîn îlan dikin. Ez dixwazim ji wan bipirsim piştî ku we herêm bi dest xist ji bo gelê kurd we çi kir?"