09 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Amerîka di nav "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (SDG)" da piştgiriya ji bo YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê didomîne.
Berdevkê Berwext yê Wezareta Karên Derva Mark Toner di civîna çapemeniyê da li ser mijara ku li Sûriyeyê piştgiriyê didin PYD/YPGyê daxuyanî da.
Toner diyar kir, di çarçoveya têkoşîna DEAŞa rêxistina terorê da piştgiriya ku ew didin YPGê wê dewam bike û wiha dewam kir:
"Ev demeke dirêj e ku em piştgiriyê didin YPGya ku li bakurê Sûriyeyê di nav SDGê da ye. Me beriya niha jî gotibû ku ew di têkoşîna dijî DEAŞê da pir xurt in. Heta niha nêzî 6 hezar kîlomêtre û ji 4ê sermawezê heta niha di operasyonê da li der û dora Reqqayê ji 100î zêdetir gund ji DEAŞê sitandin."
Toner diyar kir ku ew di mijara endîşeyên Tirkiyeyê yên ji bo YPGê da jî baldarî tevdigerin.
Toner got ku fikra Amerîkayê ya der heqê PKKya rêxistina terorê da neguheriye û wiha dewam kir: "Em rêzê nîşanî wê fikrê didin ku dibêjin di navbera PKK û YPGê da hevbendî heye, lê em dijî vê fikrê ne. Divê em di vê mijarê da zelal bin; PKK ji bo me hê rêxistineke terorê ye."
- Li Şengalê hebûna PKKya rêxistina terorê
Toner li ser pirsekê got ku ew li dijî hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Şengala herêma Iraqê ne.
Toner diyar kir, Amerîka di vê mijarê da wek berê difikire û wiha dewam kir: "Li gor fikra me divê ew li wê derê nebin."