28 Îlon 2018•Rojanekirin: 29 Îlon 2018
LAHEY
Wezîrê Karên Derva yê Hollandayê Stef Blok daxuyand ku YPGya rêxistina terorê mafên mirovî îxlal dike û têkiliya wan bi PKKyê ra heye.
Wezîr Blok li Komîsyona Wezareta Karên Derva pirsên parlamenteran yên der barê piştgiriya ku hikûmet li Sûriyeyê dide komên mixalif da bi nivîskî bersivandin.
Blok got ku li Sûriyeyê tu piştgiriyê nadine Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya rêxistina paravan a YPG/PKKya rêxistina terorê ye û wiha axivî:
"Der barê îxlalên YPGyê yên dijî mafê mirovî da hin rapor hatin weşandin. Ji bilî têkiliya YPG û PKKyê jî bi hev re heye. PKK li gorî lîsteya Yekîtiya Ewropayê rêxistineke terorê ye. Ji aliyê din va YPG bi rejimê re jî têkildar e û bona herêmeke xweser ava bike bi komên mixalif yên mutedîl re şer dike."
Blok got ku ji bo çekdarkirina komeke mixalif divê qanûneke navneteweyî hebe û wiha dewam kir: "Eger wan bi tenê dijî DEAŞê çek bi kar anîba wê çaxê li gor qanûnê bingehekê çêbiba. Lê li gor raporên di destê me de YPG dijî mafên mirovî îxlalan dike û bi rejimê re jî têkildar e. Ji aliyên va din têkiliya YPG û PKKyê jî bi hev re heye. Ji ber van sedeman hikûmeta Hollandayê piştgiriyê nade Hêzên Sûriya Demokratîk."