Türkan Tosun
24 Gulan 2017•Rojanekirin: 25 Gulan 2017
DOHA
Hat ragihandin ku daxuyaniyên ku li ser navê Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî hatine weşandin ku li hember Amerîkayê piştgiriyê dide Îranê derew in.
Şêx Seyf bîn Ehmed Al Saniyê Rêvebirê Daîreya Ragihandinê ya hikûmeta Qeterê daxuyand ku komeke ku navê wê hê nehatiye tespîtkirin Ajansa Nûçeyan a Qeterê hack kiriye û wiha got: "Der barê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî de agahiyên şaş hatin weşandin."
Sanî got ev nûçeyên hatine belavkirin derew in û ji bo ku ev kes bên dîtin û cezakirin dewletê lêkolînê bike.
Nûçeyên ku dibêjin Mîrê Qatarê Sanî li hember Amerîkayê derdikeve û piştgiriyê dide Îranê di televîzyonên Alarabiya û SKY News Erebî de hatin weşandin. Van kanalan Ajansa Nûçeyan a Qeterê wek çavkanî nîşan da.