Nihat Kavşut
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
WASHINGTON
Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî li DYAyê di daxuyaniya xwe da ji bo qeyrana Qeterê destnîşan kir şertên danîne "ji mizakereyê ra vekirî nînin."
Cubeyrê ji bo pêwendiyan li Washingtona paytextê DYAyê ye der heqê qeyrana Qeterê da daxuyanî da rojnamevanan.
Adil el-Cubeyr ji bo qeyrana Qeterê destnîşan kir şertên danîne "ji mizakereyê ra vekirî nînin" û wiha got: "Me fikra xwe got û gav avêt, êdî divê Qeter helwesta xwe biguherîne. Heger neguherînin wê ambargo dewam bike."
Cubeyr diyar kir ji bo cardin vegere Konseya Hevkariya Kendavê Qeter dizane çi hewce dike.
Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Yêmen, Misir û Behreynê di 5ê hezîranê da daxuyanî dabûn û destnîşan kiribûn hemû têkilî û pêwendiyên xwe yên diplomatîk yên bi Qeterê ra qut kirine. Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreynê qada xwe ya esmanî ji Qeterê ra girtibûn û daxwaz kiribûn bila diplomatên Qeterê di nav 48 saatan da ji welatên wan derkevin. Peyra Giravên Maldîvê û hikûmeta Tobrukê ya Libyayê jî tevlî vê biryarê bûbûn.