Haydar Şahin
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
KERKÛK
Hat ragihandin ku DEAŞa rêxistina terorê xetên ceyranê yên di navbera Kerkûkê û bajarên din da sabote kir, ji ber vê jî bi qasî 18 saetan ceyran hat birîn.
Midûrê Saziya Belavkirina Ceyranê ya Kerkûkê Yalçin Mehdî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ev hefteyeke dawîn e milîtanên DEAŞê hema bêje her roj xetên cayranê sabote dikin.
Mehdî bal kişand ku xetên ceyranê ji Kerkûkê dibin bajarên din tên sabotekirin, bi vê çalakiyê va armanca DEAŞa rêxistina terorê ew e ku gel li dijî hikûmetê sor bike.
Mehdî diyar kir ku xetên di navbera Kerkûk û Diyala, Selaheddîn û Mûsilê da rastî êrîşan tên, temîrkirina xeteke hat texrîbkirin çend rojan ber xwe da û ji ber vê li Kerkûkê bi qasî 18 saetan ceyran hat birîn.
Mûsab Miderîsê Berdevkê Wezareta Ceyranê ya Iraqê di 6ê tîrmehê da daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ji ber deynê ceyranê yê di ser hev da ketiye Îranê ceyrana hezar megavatî li ser Iraqê birî ji ber vê jî li Meysan, Zîqar û Besrayê ceyran demeke dirêj birî ma.
Îranê ji ber deynê nehatiye dayîn ceyran li ser Iraqê birî bû, Besraya jê pêtrol tê derxistin û gelek bajar bê ceyran mabûn. Li herêma ku germahiya hewayê ya lê derdikeve 50 pileyî gel dest bi protestoyan kiribû.