KERKÛK
Hat ragihandin ku di êrîşên ji hewayê yên li Kerkûka bajarê Iraqê de herî kêm 80 milîtanên DAEŞê mirin.
Fermandarê Pêşmergeyan a Kerkûka Başûr Wasta Resûl daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Iraqê bajaroka Beşîrê ya ku 25 kîlometro dikeve başûrê Kerkûkê, bombebaran kir.
Resûl da zanîn ku li Qereqola Beşîrê û kozikên DAEŞê yên li ba wî xistin û got ku di êrîşê de 35 milîtanên mirin.
Resûl diyar kir ku balafirên şer êrîşa ji hewayê birin ser gundê Rûsûliye û bajaroka Riyadê ya ku wir erebên sunî dijîn û 45 kîlometri dikeve başûrê Kerkûkê. Resûl got ku "Di êrîşê de herî kêm 45 milîtanên DAEŞê mirin. Di nav kesên ku mirin de milîtanekî DAEŞê yê ku hê jî navê wî nediyar e lê di asta fermandaran de ye jî heye."
Navçeya Hawîceyê û bajarokên Riyad û Beşîrê yên lu başûrê Kerkûkê di destê DAEŞa rêxistina terorê de ne. Balafirên şer ên artêşa Iraqê û welatên koalîsyonê car carna ji hewayê êrîşê kozikên DAEŞê yên van deran dikin. Ji bo xilaskirina bajarokê Beşîrê ku wir gelê tirkmen dijî berê milîsên tirkmen ên girêdayî Heşdî Şabiyê ji bejahiyê operasyon kiribûn lê bi ser neketibûn.
Ji Hawîce û Riyada ku wir gelê sunî yê ereb dijî ji ber ewlehiyê destûrê nadin ku biçin Kerkûkê û bên.