Önder Beyter
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
KERKÛK
Hat ragihandin ku rêxistina terorê DEAŞê li rojavayê Kerkûkê du gund bi dest xistin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên artêşa Iraqê hat wergirtin, milîtanên DEAŞê, dema ku hêzên iraqî bi operasyona dijî Kerkûkê ra mijûl bûn, avêtin ser gundê El-Milh û Et-Tuweyla yên li ser navçeya Ed-Dibsê. Milîtanên paşê herdu gundên navborî bi dest xistin.
Hat ragihandin ku milîtanên DEAŞê berê xwe dan bîrên neftê û xelkê herdu gundan jî revîn gundên cîran.
Artêşa Iraqê der heqê mijarê da hê jî daxuyanî neda.