Muhammet Kurşun
16 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
CENEVRE
Nûnerê Komîseriya Bala ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Bruno Geddo, diyar kir ku rêxistina terorê DEAŞ li rojavayê Mûsilê ji 100 hezarî zêdetir însanên sivîl wek mertalên zindî bi kar tîne.
Geddo, li Nivîsîngeha Cenevreyê ya NYê civîna çapemeniyê li dar xist û anî ziman ku rewşa însanî ya li Mûsilê "dehşet" e.
Der barê rewşa dawîn a li Mûsilê de Geddo destnîşan kir ku terorîstên DEAŞî ji bo xwe biparêzin ji 100 hezarî zêdetir însanên sivîl bi xwe re birine "Bajarê Kevn" ê li rojavayê Mûsilê û wan wekî mertalên zindî dixebitîne.
Geddo bal kişand ser wê yekê ku sivîl di nava pevçûnan de dimînin û li herêmê xwarin nemaye, av û ceyran jî nayê dayîn.
Geddo got sivîlên xwe dixwazin birevin jî dibin hedefên nîşangirên rêxistinê, yên xelas dibin jî bi nexweşiyên derûnî dikevin.