HEWLÊR
HÊMIN BABAN - Rêveberiya Herêma Kurdistanê dixwest di sala 2014an de referanduma serxwebûnê bike, lê DEAŞê êrîş kir û digel gelek wîlayetên Iraqê hin herêmên kurdan jî ketin bin îşxala wê. Piştre Serokê Herêmê diyar kir ku dê referandum berî hilbijartina Amerîkayê were kirin. Herî dawîn Barzanî di 23yê Adarê de ragihand ku dê referandum di meha Çiriya Paşîn de çêbibe. Di 7ê vê mehê de jî piştî civîna Barzanî digel piraniya partiyên Kurdistanê hat ragihandin ku 25ê Îlona 2017an tarîxa referanduma serxwebûnê ye.
- Kurd ji şerê DEAŞê ber bi referandumê ve
Digel êrîşên çekdarên DEAŞê Herêma Kurdistanê derbeyeke mezin xwar. Di warê aboriyê de ziyaneke mezin dît û hezar û 500 Pêşmerge şehîd bûn. Lê belê êrîşên DEAŞê di heman demê de ji bo kurdan derfeteke zêrîn bû da ku welatên dinyayê nêzîkî Herêma Kurdistanê bibin û rasterast miemeleyê digel bikin. Wek encama vê yekê Hewlêr bû navenda heyetên bilind ên Amerîka, Ewropayê û deverên din ên cîhanê. Herwiha rêya arîkariyên eskerî jî kurt bû û welatan rasterast piştgiriya eskerî şandin bo Herêma Kurdistanê. Pêşmerge li pêş Artêşa Iraqê bû mertalê şikandina DEAŞê. Serkirdeyên siyasî yên kurd jî di vê pêvajoyê de zêdetir derketin pêş çavê dinyayê. Bi vê yekê re Herêma Kurdistanê bû cihekî li ber çav û rojev. Bi van têkiliyên xewna tarîxî ya serkirdeyên kurd ku ew jî damezrandina dewleta serbixwe ya kurd bû.
Piştî DEAŞê 10ê Hezîrana 2014an êrîşî Mûsilê kir û digel wê çend bajarên din jî bi dest xistin, yekîne û lîwayên Artêşa Iraqê ji Kerkûkê û deverên din reviyan, rê li ber kurdan xweş bû ku herêmên kurdnîşîn bistînin. Kurdan hem herêmên xwe girtin hem jî nehiştin ku ew bajar bikevin destê DEAŞê. Kurdan ji hemû deman rehettir karî Kerkûkê bixin bin kontrola xwe.
Kurdan halê hazir ji her demê zêdetir behsa referandumê germ kiriye. Serkirdeyên kurd jî rastiyê venaşêrin. Bibiryarbûna wan a vê carê ji bo bi yekcarê çareserkirina herêmên kurdî ye. Ji bo vê yekê jî dest bi amadekariyan kirine da ku 25ê Îlona vê salê vî karî bigihînin nîhayetê.
Qenaeta kurdan ew e ku welatê wan sala 1992an bi zorê girêdayî Iraqê hatiye hiştin û bûye beşek ji vî welatî. Li Iraqê, kurd li kêleka herdu pêkhateyên serekî sunnî û şiiyan ketine bin zordariya desthilatdarên Iraqê. Ev ji sedemên neteweyî û mezhebî çêbûye. Kurdan zortirîn serhildan û şoreş li dijî hikûmetên Iraqê kirine.
Ji aliyê tarîxî ve heqê çarenivîsê û diyarkirina vî heqî ji naverasta salên çilî yên sedsala borî pê ve dest pê kiriye. Partiya Rizgarî ya Kurd, cara yekem di sala 1945an de, piştre Partiya Kominîst a Iraqê di sala 1949an de ev daxwaz ragihandine. Piştre dirûşma "Demokrasî Bo Iraq û Heqê Otonomî bo Kurdistanê" ket şûna van daxwazan.
Piştî ku serhildan li ser serhildanê çêbû hikûmeta Iraqê bi serokatiya Seddam Huseyn di 11ê Adara 1970ê de Peymana Adarê bi serkerdayetiya kurd a bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî re îmze kir. Di peymanê de çend heq di çarçoveya otonomiyê de hatin pesendkirin. Kurd qonaxekê bi pêş ve çûn. Lê belê rêkeftin bi temamî nehat bicîkirin.
Herêma Kurdistanê ji sala 1991ê ve, piştî ku kurdan raperîn li dijî Beesiyan kir xweser e û ew xwe birêve dibe. Piştre parlamento hat avakirin û sala 1992an biryara sîstema federatîf dan. Ji pey vê re Hikûmeta Iraqê biryar da ku dewlet li ser esasê federaliyetê be. Ev jî qonaxeke din bû di menzila mucadeleya kurdan de. Lê belê dîsa jî ev sîstema federaliyetê li gor kurdan wek xwe nîne.news_share_descriptionsubscription_contact


