Sevim Hatun
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
QAHÎRE
Êrişa xwekujiyê ya li Misirê birin ser du dêrên li herêma Tantaya ser Îskenderiye û El-Garbiyyeya dikeve bakûrê Misirê, DEAŞê hilda ser xwe
Hat ragihandin ku hejmara kesên di êrişa bi bombe ya li Tanta û Îskenderiyeya bajarê Misirê hat kirin de hatin kuştin derket 43an û hejmara birîndaran bû 119.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di teqîna ewil a ser Dêra St. George de hejmara kuştiyan derket 27an û ya birîndaran jî gihîşt 78an; hejmara kesên di êrîşa duyem a ser Dêra St. Markê de mirin jî derket 16yan ya birîndaran gihîşt 41ê.
Ji aliyê din ve Serokomariyê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku li herêmê piştî êrişên li ser dêran 3 roj şîn hat îlankirin.