Abdullah Tel
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
CAKARTA
Endonezyayê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Endonezyayê Arrmanatha Nasir tesîra bikaranîna çekên kîmyayî ya li Han Şeyxûna bajarokê Îdliba bajarê Sûriyeyê jî di nav da xwest ku îxtilafa li herêmê di demeke nêz da bê çareserkirin û ji bo vê jî bangî NYê kir.
Nasir êrişa kîmyayî ya li Îdlibê qewimîbû şermezar kir û got ku hikûmeta Endonezyayê ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê her tim rêya gotubêjê û pêvajoyeke siyasî ya berfireh parast û ew di rojevê da hiştiye.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Endonezyayê Nasir ji bo êrişa Emrîkayê bêyî biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bir ser baregeha rejima Sûriyeyê jî di cih da nedît û ragihand ku ew tu çalakiyeke yekalî naparêzin.
Nasir destnîşan kir ew di nav kesên li Sûriyeyê şer dikin da tu aliyî û hêzê nagirin, dixwazin ku NY ji bo çareseriyê biryarên xwedî teşwîqê ne bide û bixe rewacê.