29 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
QAHÎRE
Hat ragihandin ku balafireke rêwiyan a Rêhewayê Misirê hat revandin û balafirê li Balafirgeha Larnakayê ya li Rêvebiriya Qibrîsa Başûr a Rûman danî.
Li ser hesabê Twîtterê ya Rêhewayê Misrê hat daxuyandin ku balafira ji bajarê Îskenderiyeyê rabû ku here paytext Qahîreyê, hat revandin.
Rayedarekî ji Rêvebiriya Qibrîsa Başûr a Rûman yê ku naxwaze navê xwe eşkere bike daxuyand ku balafira hatiye revandin li Balafirgeha Larnakayê danî. Rayedar got ku ew dikevin şikê dibe ku di balafirê de bombe hebe.
Rayedarekî din jî got ku di balafirê de dibe ku ji kesekî zêdetir korsan hebin, lê heta niha wan tu tişt ji rayedaran nexwestine.
Gelek polês û xebatkarên ewlehiyê li balafirgehê hatin wezîfedarkirin.
Di balafira Aîrbus 320an de 55 rêwî û 7 xebatkar hene.
Rayedarê Rûm got ku, korsan an jî korsanên ku balafira rêwiyan a Rêhewayê Misrê revand, jin û zarokan serbest berdan.
Rêhewaya Misrê daxuyand, 5 rêwiyên biyanî û murettebatê balafira revandî ne tê da, hemû rêwî hatin berdan.