İbrahim Atmaca
23 Nîsan 2019•Rojanekirin: 24 Nîsan 2019
DEAŞa rêxistina terorê berpirsiyariya êrîşên bibombe yên ku li Srî Lankayê di roja Paskalyayê da hatin kirin, hilda ser xwe.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, li ser qaşo ajansa nûçeyan a rêxistinê daxuyanî hatiye dayîn û hatiye îdiakirin ku dêr û otelên mezin jî di nav da li 8 deran ji aliyê DEAŞê va êrîş hatin kirin.
Rêxistinê wêne an jî dîmenên terorîstên îdia dike ku êrîş kirine, neweşand.
Hikûmeta Srî Lankayê komeke milîtanan a herêmî ya bi navê "Cimaeta Tewhîdê ya Neteweyî" wek berpirsê êrîşên terorê yên roja Paskalyayê dîtibû.
Hatibû gotin ku li gor şik û gumanê rêxistinê bi piştgiriya şebekeyeke terorê ya navneteyî êrîş organîze kirine.
Li welêt bi îmzeya alîkarê midûrê asayîşê raporeke ku dîroka wê 11ê nîsanê ye hatibû weşandin û li gor raporê ev kom ji bo ku di merasimên Paskalyayê da êrîşî dêran bike, plan dike.
Roja yekşemê li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.
Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Colomboyê jî teqîn çêbûbûn.
Miqamên Srî Lankayê daxuyandibû ku di êrîşan da 310 kes mirine û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûne.