Hat ragihandin ku Almanya ji bo têkoşîna ku hêzên herêma Kurdistana Iraqê li dijî DÎŞIyê dide, wê ji bo perwerdeyê yekîneya perwerdeyê ku nêzî 100 kesan pêk tê, bişîne herêma Kurdistanê.
Li Navenda Çapemeniyê ya Federal civîna çapemeniyê hat lidarxistin û Berdevkê Wezareta Karên Derve Martîn Schaefer behsa alîkariyên nû yên ku wê bişînin herêma Kurdistanê kir.
Schaefer got: "Piştî betlaneya noelê, hikûmeta Almanyayê wê biryar bide ku yekîneyeke perwerdeyê bişîne bakurê Iraqê" û diyar kir ku pişt re ji bo ku ev yekîne biçe herêmê, tezkereya ku tê amadekirin wê di Meclisa Federal (Bundestag) de li ser bê sekinandin.
Schaefer wiha axivî: "Almanya wê bi kordînasyona navneteweyî re li bakurê Iraqê beşdarî feliyetên perwerdeyê bibe. Îtalya, Hollanda û hin welatên Îskandînav jî wê beşdarî vê perwerdeyê bibin. Biryar wê ji aliyê hikûmeta Alman ve îhtimal e ku heftêya bê were dayîn."
Schaefer got ku ew dixwazin alîkariyê bidin pêşmergeyên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin û hêza pêşmergeyan xurtir bikin.