07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ÎSTANBUL
Pîlotê balafira Sûriyeyê ya ku li Altinozuya navçeya Hatayê ket û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatin gilîkirin.
Ji Baroya Stenbolê parêzer Gulden Sonmez û Cîhat Gokdemir daxwazname da û di daxwaznameyê da hat gotin ku pîlotê şer Mûhemmed Sufhan li Sûriyeyê sivîl bombebaran kirin, Esed jî fermana bombebarandinê da.
Piştî ku daxwazname hat dayîn, parêzer Gokdemir li ser navê grûba ku li Çaglayanê ber Qesra Edaletê ya Stenbolê civiyan, daxuyanî da û bal kişand ku li Sûriyeyê rejima dewletê demeke dirêj e ku gel bombebaran dike û bi milyonan mirov bûne penaber û mexdûr bûn.
Gokdemir diyar kir, ew ji bo ku der heqê pîlotê balafira Sûriyeyê a ketî da gilîdar bibin civiyan û wiha dewam kir: "Me hem ji gotinên pîlot hem jî ji mirovên ku li Sûriyeyê mexdûr bûn, tesbît kir ku pîlotê balafira şer, sûcê şer û li dijî mirovahiyê sûc kiriye."
Gokdemir diyar kir, tesbîta ku wan kir, divê dadgeh jî bike û pîlotê Sûriyeyê ceza bike û wiha dewam kir: "Em hem pîlot hem jî Beşar Esedê ku van wezîfeyan dide pîlotan gilî dikin."
Parêzer Gokdemir û Sonmezê diyar kirin, ji ber ku pîlot li Hatayê hat dîtin, lêpirsîn jî wê li wê derê were kirin.