22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
BEXDA
Der heqê Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî da bi hinceta ku "zirar daye malê qamuyê û wesayîtên wezaretê ji bo sivîlan texsîs kiriye" biryara girtinê hat derxistin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Saziya Şefafiyê ya Iraqê hat dayîn, biryara ku der heqê Zêbariyê Sererkanê berê da hat dayîn li gor benda 340emîn a qanûna cezayê ye.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Zêbarî dema ku wezîfedar bû "zirar da malê qamûyê û 7 wesayîtên Wezareta Parastinê ji bo sivîlan texsîs kir".
Her wiha di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor benda 340emîn karmendê ku zirarê bide malê qamûyê herî kêm 7 sal cezayê hebsê dixwe.