BEXDA
Li bajaroka Babîla Bexdaya Iraqê bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di encamê de 10 kes mirin û 75 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li El-Hîlleya Babîlê li ciyê kontrolê wesaîteke bombebarkirî teqiya û li gor agahiyên ewilîn 10 kes mirin û 75 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran destnîşan kir ku piştî teqînê 30 wesaîtên li ciyê bûyerê jî şewitîn.