Elif Orhan
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
BEXDA
Hat ragihandin ku rêveberiya navendî ya Iraqê biryar da ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ya ku seferên wê qedexe ne tenê ji bo welatiyên ku dê ji bo wezîfeya umreyê biçin Erebistana Siûdî ji nû ve xizmetê bide.
Li gor nivîsa fermî ya ku Serokwezîriya Iraqê ji Saziya Hewageriya Sivîl a Iraqê re şand Serokwezîr Heyder Ebadî tesdîq kir ku balafir ji bo ku bikarin tenê xizmetê bisin welatiyên ku dê biçin umreyê li balafirgheên Silêmanî û Hewlêrê ya Navneteweyî seferan bikin.
Di nivîsa fermî de şert hat dayîn ku birêvebiriyên balafirgehên navborî dê der heqê hemû sefrên ku dê bên kirin de agahî bide Bexdayê.
Hikûmeta navendî ya Iraqê referandûma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya di 25ê îlonê de hincet nîşan dabû û hin biryarên mueyîdeyê sitandibûn. Di vê çarçoveyê de seferên balafiran ên navneteweyî yên li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatibûn rawestandin.