NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon dîyar kir ku li Misrê bûyerên pir mezin diqewimin û ji ber vê di nav qîsawetê de ne.
Ban Kî-moon di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku divê demildest pêşî li kuştinan bê girtin û bangî her du aliyan kir ku dev ji tundiyê berdin û dest bi dîalogê bikin.
Ban di daxuyaniyê de dupat kir ku divê dereng nemînin û wiha dewam kir: "Divê serokên sîyasî û rayedar, demildest planeke baş ku tundiyê bide sekinandin qebûl bikin û ji nû ve dest bi pêvajoya sîyasî bikin.
Her wiha Ban got, ji bo ku pirsgirêk bi awayekî aştiyane çarêser bibin, divê her kes bi aqlê selîm tevbigere û ji bo ku tundî bê dawî bibe divê her kes ya dikeve ser wan, bike.