QAHÎRE
Hêzên Ewlekariya Misrê operasyona leşkerî li dar xist û mudaxeleyî xwepêşandêrên ku ji qirkirinê reviyan û xwe spartin Mizgefta El Fethê kirin. Têkiliya bi nuçegîhanê AAyê ku ji bo nuçeyan di mizgeftê de bû jî hat birîn.
Hêzên Ewlekariya Misrê bi bombeyên xazê ve mudaxaleyê nêzî 400 kesên ku di Mizgefta El-Fethê de ne kirin. Leşkerên Misrê ketin hundirê mizgeftê û bi awayekî hovane çalakvan derxistin derve, gelek çalakvan jî girtin. Hat diyar kirin ku di dema mudaxeleyên leşkeran de, ji hundirê mizgeftê qîrîna hin çalakvanan dihat û derbenexwazên ku ji aliyê leşkeran ve ji mizgeftê dihatin derxistin jî rastî êrîşa koma sûcdar a ku weke "baltacî" tên binav kirin, hatin.
Têlevizyona Misrê ya dewlêtê îdia kir ku ji mînareya mizgeftê gule berî leşkeran dane. Di dema operasyonan de hat dîtin ku hêzên ewlehiyê gule berî mizgeftê û hewayê dan.
Têkiliya bi nûçegîhanê AAyê Hîba Zekeriya û nûçegîhanê TRTê Metîn Tûranê ku di mizgeftê de bûn re hat birîn. Medya Misrê diyar kir ku welatiyekî Tirk ê ku di mizgeftê de bû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin.
Hat hîn bûn ku ji ber mudaxeleya li ser mizgefta El Fethê kesên ku birîndarbûyî jî hene.