DONETSK
Li Odessaya bajarê Ukraynayê bûyer derketin. Polêsên li Odessayê der heqê bûyeran de daxuyanî da û diyar kirin ku hejmara kesên ku di bûyeran de mirin 31 e.
Li gor daxuyaniya ku polêsan parve kir bûyer di navbera piştgirên Ukrayna û yên Rûsyayê de derketin. Dema ku pevçûnan dest pê kir komek reviya û çû ket avahiya sendîkayekê. Koma din jî da pey wan kesan û bi molotofan êrîşî avahiyê kir.
Ji ber êrîşan agir bi avahiyê ket û kesên ku di hundir de bûn ji ber dû jehrî bûn û hin kesan jî xwe ji avahiyê avêtin.
Polêsan diyar kir ku di bûyeran de 2 leşker jî mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev bangî rêveberiya Ukraynayê kir û xwest ku bila operasyonên leşkerî bidin sekinandin.
DYAyê jî ji ber bûyeran daxuyanî da û xwest ku bila tundiyên diqewimin bi dawî bibin û li welêt aramî û îstiqrar bi cih bibe.