Arinç got ku ji bo mirovekî ku siyasetê bike hewce nîne ku parlementer an jî wezîr be û destnîşan kir ku ev qad ji bo hemû welatiyan qadeke vekiriye, kî ji bo birêvebirina welat çi difikire dikare fikr û ramanên xwe parve bike, dikare li ser biaxive û li ser nîqaşan bike. Ji bo vê hewce nîne ku hin sifat li ber navên mirovan hebin.
- Hilbijatinên Serokomariyê
Rojnamegerekî bi bîr xist ku duh piştî biryarên ku li Navenda Lijneya Rêvebirî û Biryargirtinê ya AK Partiyê hatin girtin dîsa hilbijartina Serokomariyê hat rojevê û rojnameger pirsa "Gelo namzedê AK Partiyê dê kengê diyar bibe?" pirs kir.
Arinç li ser vê pirsê got ku dibe ku di 30yê gulanê de diyar bibe û wiha dewam kir:
"Eceleya me nîne. Ji hêla psîkolojîk û hêzê de rewşa AK Partiyê gelek baş e. Ya rast divê hûn van pirsan ji muxalefetê bikin. Lewra kêm zêde namzedê me diyar e. Qet nebe li cem me namzediya kesekî an jî ya du sê kesan diyar e. Gelo dê namzedê CHPyê kî be, namzedê MHPyê kî be? Divê mirov li ser wan hûr bibe. Hewce nîne li ser me bifikirin. Namzedê me diyar e. Duh Birêz Kiliçdaroglû gotiye 'an dê Erdogan be an jî Abdullah Gul be.' Nîqaşek wiha çewt qet tê qebûlkirin? Lewra heta niha wan bi xwe nîqaşên wiha kir. Divê hevalên me yên nûçegihan ji muxalefetê kê/kî qefalt jê bipirse da ku namzedê wan kî/kê ye. Li cem me tu pirsgirêk nîne. Dê hevdîtin bên kirin, li ser bê axaftin. Mêze bikin îstişareyeke çiqas berfireh tê kirin. Pişt re dê her du hevalên dozê, her du dost dê bên cem hev du, bişêwirin û biryara xwe bidin, înşaellah dê ji herduyan yek bibe namzed."
-Kuştina zarokan û cezayê dardekirinê
Arinç got ku zarokên malbatên ku ji hezkirin û maçkirina wan têr nabin wan bi delalî xwedî dikin bi awayekî hovane tên kuştin, asan e ku însanên ku di dilê wan de mirovatî nemiribe li dijî vê yekê bertek nîşan nedin û wiha dewam kir:
"Di bûyerên dawîn de dîsa kuştin û revandina zarokan bala me kişand. Em pir xemgîn in. Ev zarok zarokên me zarokên welatê me ne. Dê û bav û birayên van zarokan jî hene. Wicdana me qebûl nake ku zarokên me wiha li ber çavên me bibin û bikujin. Asan e ku xizm û malbatên wan ji bo wan bigirîn, bibêjin 'bila kiryar bên dardekirin,' helbet dê daxwaz hebin. Lê divê em pê zanibin da ku li Tirkiyeyê 10 sal e ku cezayê dardekirinê hatiye rakirin. Lê ligel vê qanûnên nû hatine amadekirin û niha kiryar li gor van rêzikan tên cezakirin. Lê ya baştirîn ew e ku rê li van bûyeran bê girtin."