HELEB
Hat ragihandin ku di encama operasyonên hêzên artêşa Beşar Esed ku him ji hewa him jî ji bejayê ve li herêmên di destê muxalifan de kirin 82 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), hêzên Esed ji bejayê bi "mûşekan" ji hewayê jî bi "bombeyên warîlê" êrîş birin li ser herêmên di destê muxalifan de û di encamê de li Helebê 37 kes, li Şamê 25 kes, li Derayê 8 kes, li Hamayê 5 kes, li Îdlibê 3 kes, li Xûmûsê 3 kes û li Deyrû'z Zorê kesek bi tevahî 82 kes mirin.
Di vê navberê de Komîteya Kordinasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) daxuyanî da û diyar kir ku balafirên artêşê bi bombeyên warîlê êrîşî herêma Ensarî, Mesekîn Hananû, Haydariye, Mûysir û Qadî Eskeriyê kir. Di encama êrîşê de di gelek avahiyan de xisar pêk hat.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên rejimê êrîşî herêma Şam, Dûma, Dereya, Mûleyha û Rojhilatê Gûtayê dike û li herêma Cobar û Kabûnê jî di navbera Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) û hêzên rejimê de jî şerekî dijwar qewimî.