Haydar Şahin
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
NEW YORK
Facebookê îsal di çaryeka 3yan da li gor heman dema sala par kara xwe ya net ji sedî 79 zêde kir.
Facebook ji saziyên herî mezin ên medyaya civakî piştî ku borseya New yorkê hat girtin bîlançoya çaryeka 3yan a îsal eşkere kir.
Di daxuyaniya Facebookê da hat diyarkirin ku di çaryeka 3yan a îsal da kara net a şirketê gihîşte 4,7 milyar dolarî û li gor heman dema sala par ji sedî 79 zêde bû. Şirketê di heyama tîrmeh-îlonê ya sala par da 2,63 milyar dolar net kar kiribû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku kara her hiseyekê di çaryeka 3yan a par da bi 0,90 dolar bû û di heman dema îsal da derkete 1,59 dolarî.
Facebookê di çaryeka 3yan a par da 7 milyar dolar dahat bi dest xist û di çaryeka 3yan a îsal da kara xwe ji sedî 47 zêde kir û derxiste 10,33 milyar dolarî. Wekî mayîn hat diyarkirin ku di heman demê da dahata reklamê jî ji sedî 49 zêde bû û gihîşte 10,14 milyar dolarî.