Ekip
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş der barê Şûraya Tûrîzmê ya 3emîn de wiha got: "Em derbasî heyameke nû dibin û di sektora tûrîzmê de destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Bi taybetî sal û nîvek û 2 sal berê derket holê ku sektor digel geşedanên neyînî gelekî zexm e. Em ê bi şûrayê re armancên stratejîk bidin ber xwe û polîtîkayên xwe yên di warê tûrîzmê de raçav bikin."
Wezîrê Çand û Turîzmê Kurtulmuş bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û cewaba edîtor û peyamnêran der barê rojevê de da.
Li ser giringî û qebareya tûrîzmê di dinyayê de Wezîrê Çand û Tûrîzmê Kurtulmuş wiha agahî da:
"Aboriya dinyayê di salê da ji sedî 2,5 mezin dibe, sektora tûrîzmê jî ji sedî 3,1 mezin dibe. Li gor daneyên îro 10 salên li pêşiya me sektora tûrîzmê ew ê ji sedî 3,9 mezin bibe. Di nav dahata nesafî ya dinyayê da para tûrîzmê ji sedî 10 e û ew ê bigihêje ji sedî 11,4an. Di nav welatên ku ji vê mezinbûnê îstifade dikin da welatê ku herî zêde dikare para xwe zêde bike Tirkiye ye. Em nika li dinyayê di rêza 6an da ne. Lêbelê ev têra me nake. Tirkiye dikare ku performansê nîşan bide û di nav 10 salan da têkeve rêza 3yan."
Der barê Şûraya Tûrîzmê ya 3emîn de ku li Tirkiyeyê hat lidarxistin jî wiha axivî: "Ev heyama hemleya 3yemîn e. Em derbasî heyameke nû dibin û di sektora tûrîzmê de destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Bi taybetî sal û nîvek û 2 sal berê derket holê ku sektor digel geşedanên neyînî gelekî zexm e. Em ê bi şûrayê re armancên stratejîk bidin ber xwe û polîtîkayên xwe yên di warê tûrîzmê de raçav bikin. Hêvî dikim piştî vê civînê armanca me ya di 2023yan de 50 milyon tûrîst û 50 milyar dolar pêk were û belkî em vê hê zêdetir jî bikin."
Kurtulmuş diyar kir ku li Çînê sala 2018an wê bibe sala Tirkiyeyê û 50 çalakî plan kirine.
Kurtulmuş wiha nirxandin kir:
"Em sê stratejiyên sereke diyar dikin. Yek ji van derketina bazarên nû ye. Wek Çîn, Hindistan, Koreya Başûr, Japonya, Endonezya û Malezya. Dema em van didin berhev, kêm an jî zêde dike nîvê nifûsê dinyayê ye. Li Hindistanê 350 milyon nifûsê asta wan navîn e heye ku ev hêzeke mezin e. Lewra nû dewlemend bûne û dikarin her tiştî bikirin. Li Çînê 300 milyonî zêdetir kesên ku asta wan navîn e heye. Ji ber vê emê bi van hemû welatan re pêwendiyên xwe xurt bikin. Emê deriyê wan bixin, emê wan deriyan vekin. Ne wisa bi 10 hezaran filan, bi milyonan turîst înşallah wê werin Tirkiyeyê."
Ji bo heman mijarê Kurtulmuş wiha dewam kir: "Rojhilata Dûr, ji aliyê turîzmê ve qadeke wisa ye ku heta niha hatibû îhmalkirin. Lewra tevî hemû zor û zehmetiyan di 9 mehên ewil ên salê de ji 4 milyonî zêdetir turîstên rûs hatine, nêzî 3 milyonî turîstên alman hatine. Ev nayê vê wateyê; em diçin Asyayê û tenê ji bo vê bazarên xwe yên kewneşopî îhmal dikin. Em ê hêza xwe ya li wê derê jî xurttir bikin; lê lazim e Tirkiye deriyên nû veke."
- "Li dinyayê dijî Îslam û Tirkiyeyê neyariyeke mezin heye"
Li ser nêrîna dinyayê li Tirkiyeyê û helwesta wan jî Kurtulmuş raya xwe wiha anî ziman:
"Li dinyayê dijî Îslam û Tirkiyeyê neyariyeke mezin heye. Hin kes dibêjin "Neçin Tirkiyeyê, Tirkiye dewleteke bitalûke ye." Bi van gotinan li ser turîzma Tirkiyê dixwazin tesîrê bikin û têgihiştineke neyînî bikin. Em ê çand û turîzma xwe li hember neyartiya ku li dijî Îslam û Tirkiyeyê tê kirin wekî hêza nerm bi kar bînin û înşellah îmaja Tirkiyeyê wê baştir bibe."
Plana ziyareta Serokwezîr Yildirim ya ji bo New York û Washingtonê jî Kurtulmuş wiha behs kir:
"Bi vê ziyaretê em hêvî dikin wê ji bo çareserkirina meseleya vîzeyê hin pêngav wê bên avêtin. Meseleya vîzeyê meseleyeke berwext e û tu meneya wê nîne. Lê îqameta FETO ya li wê derê ji bo me mijareke gelekî girîng û mayînde ye. Birêz Serokwezîrê me di vê ziyareta xwe de (DYA) wê di asta Serokwezîrekî de bi fermî car din daxwaz bike ku bila FETO bê îadekirin. Ev ji bo me xaleke girîng e. Ji bo ku têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê baş dewam bikin ev pir girîng e."
Kurtulmuş wiha domand: "Merivên wekî Adîl Oksuz û Kemal Batmaz helbet ji bo seyaheta tûrîstiyê neçûn Amerîkayê. Heke hinekî pêşda herin dibe ku dîmenên hevdîtinên wan jî derkevin holê."
Der barê êrişa terorî ya li New Yorka eyaleta Emrîkayê de jî got:
"Teror ji hêla hedef û çavkaniyan ve navneteweyî bûye. Ji hêla hedefê va êrîşa terorê dibe ku li Amerîkayê jî çêbibe. Çend roj berê li Somaliyê jî êrîşa terorê hat kirin. Tu der ne bi ewlehî ye. Hûn li kîjan bajarê dinyayê biewlehî û rehet binav bikin ew der jî muxatabê terorê ye.
Her çiqas ew hişmendiya piştgiriyê dide terorê bê qedandin, li vê derê gotûbêjeke navneteweyî ya jidil pêk neyê, pêşî lê girtina terorê zehmet e. Ew ê hemû alî bêyî him û gum destê xwe ji van şerên wekaletê bikşînin. Feydeya tu terorîstekî ji tu welatekî re tune."
Li ser bûyerên herêmê jî wiha nirxandin kir:
"Li herêmê lîstikeke mezin tê lîstin, dixwazin pergala esrek berê ji nû ve ava bikin, dixwazin herêmê ji hevdu perçe bikin, bikin parî parî. Tekane welatê dê vê lîstikê xirab bike Tirkiye ye, Tirkiye him bi hêza xwe him jî bi îstiqarara xwe ya heyî ji bo xirabkirina vê lîstikê hewl dide."
Ji bo hin berhemên tarîxî yên derketine derveyî welat jî Kurtulmuş got:
"Niha em mîna xafiyeyan berhemên revandine dervayî welêt dişopînin. Niha 56 dosyeyên wiha hene, xebat dewam dikin. Em van her dem dişopînin. Lê li vê derê hewcedariya me bi hevkariya welatên din de jî heye. Divê ew jî bona hevkariyê amade bin."