Haydar Şahin
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
BAKU
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye li dijî çekê nukleerê ye û got, "li dijî gotina 'ya min hebe ya yên din tunebe' jî ne."
Çavuşoglu ji bo beşdarî Konferansa Wezîran a Heyama Navber a Hereketa Netêkîldaran (NAM) bibe hat Azerbeycanê û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Çavuşoglu ji bo pirseke li ser Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê wiha got:
"Li vê derê ceyranê were çêkirin. Piştî temamkirina santralê ji sedî 10ê cayrana Tirkiyeyê ew ê ji vê derê were temînkirin. Lêbelê ev têra me nake. Aboriya Tirkiyeyê mezin dibe. Ji bo ku li Sînopê santrala 2yan a nukleerê çêbikin em bi Japonan ra dixebitin. Saziyên Japonyayê xebatên fîzîbîlîteyê didomînin. Li tevahiyê dinyayê santralên vejena nukleerê hene. Kesên ku ferqa di navbera santrala vejena nukleerê û sîlaha nukleerê da nizanin bira hîn bibin.
Em li dijî sîlaha nukleerê ne. Hem jî li her ciyî li dijî ne. Em li dijî gotina 'ya min hebe ya yên din tunebe' jî ne". Lêbelê santralên vejena nukleerê sîlaha nukleerê nînin. Şîrovayên wiha yan bi zanatî tên kirin yan jî ji nezantiyê."
Çavuşoglu bal kişand ser pirsgirêka Qerebaxê jî û wiha axivî: "Ji bo bidawîkirina dagiriyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryar daye lêbelê nayê pêkanîn. Êrmenistan hê jî ji sedî 20ê erdên Azerbeycanê di dagiriya xwe da digre. Pirsgirêka Qeredaxê dibê bi rêyên aştiyane were çarekirin. Em her tim di her şert û mercî da li aliyê birayên xwe yên ji Azerbeycanê ne."