06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
KIRIKKALE
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ragihand ku li Edeneyê li ser 3 cesedên ku ji Îdlibê anîn otopsî hat kirin û herwiha di encama otopsiyê da hat tespîtkirin ku çeka kîmyewî hatiye emilandin.
Wezîr Bozdag li Kirikkaleyê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku otopsiya cesedên ji Îdliba bajarê Sûriyeyê anîn Edeneyê, temam bû.
Bozdag bal kişand ku di encama otopsiyê da hat tespîtkirin ku çeka kîmyewî hatiye emilandin û wiha xeberda:
"Li Edeneyê li ser 3 cesedên ku ji Îdlibê anîn otopsî hat kirin. Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê, nûnerên Organîzasyona Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî û pisporên tiba edlî beşdarî otopsiyê bûn. Di encama otopsiyê da hat tespîtkirin ku çeka kîmyewî hatiye emilandin. Rapora tiba edlî, ev yek pir zelal derxist holê. Bi vê lêkolîna zanistî va jî hat tespîtkirin ku Esed çeka kîmyewî emiland."