Bertekên li dijî êrîşa çekên Kîmyewî yê Rejima Esed
Di çalakiya bi pêşengeya saziyên civaka Sivîl yên Sûriyeyê hat kirin de maketên cinazeyan yên kefenkirî hatin bikaranîn.
06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
Istanbul
NEW YORK
Li qada Tîmesa bajarê New Yorkê êrîşa kîmyewî ku rejima Esed bir ser sivîlên li bajaroka Şêxûna girêdayî bajarê Îdliba Sûriyeyê, hat protestokirin.
Rêxistinên civaka sivîl yên muxalifên Sûriyeyî piştî Konseya Ewlehiya Netewêyên Yekbûyî ji ber muxalefeta Rûsyayê ji rejima Esed hesab nepirsî, biryara protestoyê girt.
Çalakvanên li qada Tîmesê kom bûn, pankartên ku li ser sembola kîmyewî heye û li binê dinivîse "bêhna me dernayê" vekirin.
Her wiha çalakvanan ji bo Sûriyeyê azadî xwest û ji bo balê bikşînin ser êrîşa kîmyewî, maketên cenezayên kefenkirî danîn qadê.
Çalakvanan di çalakiyê de belavok dan milet û gotin ku Esed 6 sal e sivîlên bêguneh dikuje û di vê komkujiyê de Rûsya û Îran jî alîkariyê dide Esed.
Çalakvanan di belavokê de gotin ku divê Rûsya û Rejim dawiyê li van êrîşên xwe bînin û bila DYAyê û welatên rojava ji penaberên Sûriyeyî re deriyên xwe vekin. Her wiha hat gotin ku bila Beşar Esed derkeve hember darazê.
Bertekên li dijî êrîşa çekên Kîmyewî yê Rejima Esed