Haydar Şahin
06 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2022
Hat ragihandin, li Îranê di erdheja ku duh li bajarê Xoyê yê li ser eyaleta Azerbeycana Rojava çêbû da 1127 kes birîndar bûn.
Berdevkê Saziya Alîkariya Bilez Mucteba Xalidî yê ji têlevîzyona dewleta Îranê ra axivî, diyar kir ku di erdheja li eyaleta Azerbeycana Rojava da ya 10 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû, 1127 kes birîndar bûn.
Xalidî eşkere kir, ji 116 birîndarên veguhestin nexweşxaneyê, 111 li Xoyê û 5 jî li Selmasê hatin tedawîkirin û her wiha 71 kes jî emeliyet bûn û kesek jî di unîteya nexweşên giran da ye.
Waliyê Azerbeycana Rojava Mihemed Sadiq Mutemediyan ê ji têlevîzyona dewleta Îranê ra axivîbû jî diyar kiribû ku ji ber erdhejê û lerzên dûmahîkê li gundewarê 50 mal bi temamî hilweşiyan û xesar gihîşt qedera 500 malî.
Televîzyona dewleta Îranê ragihandibû, bi dema herêmî di saet 03.51ê da erdheja bi mezinahiya 5,4an a navend bajarê Xoyê çêbû.
AFADê jî mezinahiya erdheja ku navenda lerza wê bi qasî 62 kîlometreyî dûrî Başkaleya Wanê hatibû tesbîtkirin wekî 5,6an eşkere kiribû.
Di parvekirinên medyaya civakî da hatibû diyarkirin, erdhej li Wan û Hekariyê jî hat hîskirin.