Hat ragihandin ku ev hezaz di dîroka welêt de duyemîn hezaza mezin e ku evqas mirî û winda henin. Tîmên xilaskirinê lêkolînên xwe didomînin ku kesên mirî û winda bibînin.
Ji hêla din ve ji Navenda Agahiyan a Hezazê ya Neteweyî ya li Coloradayê Jeolojîst Lynn Highland daxuyand ku ev hezaz di nav 86 salan de hezaza herî mezin e ku qewimiye.
Highland got ku di sala 1928an de nêzîkî Los Angelesê Benda St. Fancîsê hilweşiyaye û di vê hezazê de 500 kes mirine û afateke mezin çêbûye. Highland diyar kir ku piştî vê hezazê ev bûyera duyem e ku evqas kes mirin û birîndar bûn.
Midûrê Rêvebiriya Xilaskirin û Lêgerînê yê Snohomîsh Countryê John Pennîngton jî got ku "Çi ji destê me tê em dikin û em dê bikin jî."