Nihat Kavşut
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Serokê Saziya Alîkariya Acîl ya Îranê Pîr Huseyîn Kulîwend daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ji ber bûyerên di merasima cinazeyê Silêmanî da gelek kes mirine û birîndar bûne. Kulîwend di daxuyaniya xwe da wek mayîn agahî neda.
Televizyona dewletê jî ragihand ku li bajarê Kîrmanê di merasima cinazeyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî da ji ber îzdihamê 35 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan ji ber îzdihamê merasim sekiniye û definkirin hatiye taloqkirin.