Abdullah Tel
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Li Libyayê hêzên çekdar ên li rojhilatê welêt ku di bin rêveberiya Xelîfe Hefter da ne bajarê Sîrteyê yê li devê behrê ku bi qasî 400 kîlometre dûrî paytext e bi dest xistin.
Ofîsa Operasyona Burqan el-Xezeba hêzên Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî (HLM) ya ku nûnerê fermî yê Libyayê ye û birêva dibe daxuyanî weşand û ragihand ji roja duşemê vir va li hemberî bajarê Sîrteyê êrîşên pirneteweyî tên kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo parastina bajêr qeweta HLMê hebû lê ji ber talûkeya ser ewlehiya can û malê 120 hezar sivîlên li bajêr ji hêzan ra ferman hat şandin ku bila awayek bi kontrol ji bajêr vekişin.
HLMê di daxuyaniyê da destnîşan kir ku komeke çekdar a xwedî nêrîna Medxalî Selefî ya li bajarê Sîrteyê alî guhert û di nav kuçe û kolanan da jî rîska şerê bi çek û amûrên giran va zêde bû û ji ber vê yekê jî biryara ji bajêr vekişînê hat dayîn.
Bajarê Sîrteyê di heman demê da cihê ku Muemmer Qeddafîyê jitextdaxistî lê hatibû dinyayê ye û dema milîsên Hefter ketin bajêr alîgirên rejima berê tevlî wan şa bûn.
- HLM: Em li dervayî bajêr amade ne"
Di daxuyaniya HLMê da hat gotin ku yekîneyên wan li dervayê bajarê Sîrteyê amade sekinîne.
Di dîmen û wêneyên ji ser medyaya civakî hatin weşandin da tê gotin ku milîsên Hefter ên ketine bajarê Sîrteyê li ser hin kesan destdirêjî, zilm û zordariyê dikin.