12 Mijdar 2016•Rojanekirin: 12 Mijdar 2016
ANKARA
Di operasyona Mertalê Feratê da Artêşa Sûriyeya Azad li bakurê Sûriyeyê axeke qederê hezar û 600 kîlomêtro ji terorîstan paqij kiriye.
Operasyona Mertalê Feratê ya ku bi alîkariya Hêzên Çekdar ên Tirkan tê meşandin, dewam dike. Di navbera Ezez û Cerablusa Sûriyeyê yên li ser sînorê Tirkiyeyê herêma ku ji rêxistinên terorê tên paqijkirin ber bi rojhilatê başûr va fireh dibe.
Artêşa Sûriyeya Azad di 3 rojên dawîn da 8 kîlomêtro nêzî Baba ku li rojhilatê bakurê Helebê ye bû. Mixalifan li ser xeta Mare-Minbicê gundên Şadir, Şuweyhe, Terhîn, Musibîn û Zemkiyeyê kontrol kirin.
Bi vî awayî Artêşa Sûriyeya Azad li bakurê Sûriyeyê axeke qederê hezar û 600 kîlomêtroyî ji terorîstan paqij kir.