11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Belgefîlma ku qala jiyana Aylan Kurdiyê zarok ê ku mirina wî bal kişandibû ser pirsgirêka penaberan û bibû nîşan hindik ma ku derkeve pêşberî temaşavanan.
Aylan Kurdî ji bo kesên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bibûn penaber bû "dengê bêcan" û ji bo vê jî bû mijara belgefîlmê.
Di belgefîlma ku komeke dildar ê li Gazîentabê amade kirin û di asta montajê da ye da Ebdillah Kurdiyê bavê Aylan qala kurê xwe, şeva mirina wî dike û wêneyên Aylan tên nîşandan, car caran ji jiyana Aylan hin dîmenên kurt nîşan dide.
Çêker Fatîh Emînoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rêza belgefîlma "Mihaciran" amade dike.
Emînoglu destnîşan kir ku li ser jiyana penaberên ku ji Sûriyeyê an jî ji welatên din hatine Tirkiyeyê xebateke berfireh kirin, rêza belgefîlman ew ê di TRT Avazê da bê weşandin, ji ber ku bi zimanên cuda amade dikin jî ew ê di TRT Kurdî û TRT El-Arabîayê da jî bê weşandin.
- Çîroka dramatîk a Aylan
Emînoglu diyar kir ku belgefîlm ji 26 beşan pêk tê û wiha got: "Me xwest di beşa ewil da cî bidin Aylan. Bi vê mêbestê jî em bi Ebdillah Kurdiyê bavê Aylan Kurdî ra hatin bal hev. Em hemû çîroka dramatîk a Aylan dizanin. Ebdillah Kurdî di hevpeyvînê da qala vê pêvajoyê kir."
Emînoglu destnîşan kir ku di dema kişandinê da xemgîn bûne û wiha got: "Bi belgefîlmê em qala tiştên ku hatine serê penaberan nîşan didin."
Emînoglu diyar kir ku penaberî rastiyeke dinyayê ye û bi Aylan deng veda.
- Wêneya ku hat kişandin
Derhêner Abdullah Goguş destnîşan kir ku dema wêneyê Aylan ê li beravê dîtiye zarokatiya xwe fikiriye û got ku min nikaribû ji ber vê dîmenê razêm.
Goguş got ku Aylan Kurdî ji bo meseleya pênaberan bûye semboleke mezin û wiha axivî:
"Li gel bavê Aylan Kurdiyê hevpeyvîn bû nesîbê me. Min got ka emê çawa li hemû dinyayê vê trajediyê bikin deng. Dema me belgefîlm dikişand Ebdullah Kurdî jî gelekî zehmet kişand. Gelek caran nikaribû biaxive û girya. Hevpeyvînê nêzî 3 û 4 saetan dewam kir. Ebdullah beg ji bo jina xwe digot "ew milyaketek" bû. Digot jina min avjenî nezanî lê dîsa jî ji bo xilaskirina zarokên xwe hewl da. Tiştên bi serê Ebdullah beg hatine bi rastî jî tiştekî zor e. Xwedê nede serê tu kesî."