TAHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku bi pêkhatina lihevkirina muzakereyên nukleerê ve di pêwendiyên ligel dinyayê de rûpeleke nû vebû, tevî ambargoya çekan hemû astengî dê bên rakirin.
Rûhanî di weşana zindî a li ser têlevîzyona dewletê de der heqê mijara mizakereyên li ser bernameya nukleerê ya Îranê yên ku li Viyanaya paytexta Awistiryayê didomin de daxuyanî da.
Rûhanî destnîşan kir ku bi pêkhatina lihevkirina muzakereyên nukleerê ve dê di pêwendiyên ligel dinyayê de rûpeleke nû vebe û wiha xeberda: "Roja ku peyman ket rewacê û pê ve tevî fuze û çekan hemû astengî dê bên rakirin. Astengiyên bankgerî û yên darayî, astengiyên di warê sîgorte û barkêşiyê de, astengiyên di warê petrokîmya û madenên biqîmet de û hemû astengiyên aborî dê neyên asêkirin, dê yekser bên rakirin."